Yekîtiya xwendekarên welatparêz jî îro li bajarê qamişlo bi boneya 8’ê adarê şahiyek li stadyûma 12’ê adarê li dar xist.
Bi dehan xwendekarên jin yên dibistan, zanîngeh û mamoste beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de tabloyên şêwekariyê û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.
Piştre li ser navê yekîtiya xwendekarên welatparêz axaftin hatin kirin û 8 ê adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin.
Her di şahiyê de bal hate kişandin li ser banga dîrokî ya Rêber Apo û hate gotin, banga Rêber APO mizgîniya jiyaneke nû bû.
Şahî bi stranên komên Hîlala Zêrîn û gerandina govendan bi dawî bû.
LI BAJARÊ QAMIŞLO XWENDEKARAN 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIR
