Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, îro li bajarên Kobanê û Helebê dar hatin çandin û ev roj hat pîrozkirin.
Di çalakiya çandina daran de, şêniyan hêvî kirin ku di demeke nêz de ew rêber Apo di nava xwe de azad bibînin.
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li seranserî herêm û Kurdistanê gel di nava rêzeçalakiyan de ne.
Desteya Jîngehê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Firatê bi boneya 4`ê Nîsanê li baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan yê li Gundê Siftekê yê rojavayê Kobanê dar çandin.
Endamên Desteya Jîngehê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û Kongra Star beşdarî çalakiya çandina daran bûn.
Piştî çandiniya daran jî daxuyaniyek hate dayîn û tê de hat gotin ku, Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahiya mirovahiyê ye.
Beşdarên çalakiya çandina daran diyar kirin ku bi rojbûna Rêber Apo re, gelê kurd û gelê li Rojhilata Navîn bi gitî tema azadî û aştiyê kirin, her wiha ji bindestiya bi salan xelas bûn.
Li aliyekî din Kongra star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên bajarê Helebê jî bi armanca pîrozkirinê vê boneyê dar çandin.
Konger star dar li qada Newrozê ya devera şqeyêf ku girêdayî Gundê pino ye çandin.
Endamên Meclisên herdu taxan, partiyên siyasî, Mala Êzîdiyan, Ciwan û xelkên taxê beşdarî çalakiya çandina daran bûn.
Beşdaran hêvî kirin ku di demeke nêz de rêber Apo di nava xwe de azad bibînin.
Çalakiyên çandina daran ên li bajarên Kobanê û Helebê bi siloganên ” Bê Serok Jiyan Nabe” Berxwedan Jiyane ” her wiha gerandina govendê, bidawî bûn.
