Bi boneya nêzhatina Cejna Newrozê, Akademiya “Yadê Eqîde” ya girêdayî Meclisa Edaleta Jin a Amûdê, pêşangeheke folklorî ya cilûbergên Kurdî û sembolên xemilandê vekir.
Çalakî bi tevlîbûna bi dehan rêxistinên jinan ên herêmê, endamên Kongra Star û jinên ji saziyên Rêveberiya Xweser li dar ket.
Di pêşangehê de cilûbergên folklorî yên Kurdî û berhemên karê destan hatin pêşandan.
Di çalakiyê de piştî vekirina pêşangehê, li ser navê Akademiya “Yadê Eqîde” axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de Cejna Newrozê li jinên herêmê hat pîrozkirin û keda jinan ya ji bo lidarxistina vê pêşengehê hat silavkirin.
Piştî axaftinan beşdar bi hev re di nava pêşangehê de geriyan.
