Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Amûdê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne çalakiyek li dar xist.
Bi dehan ji malbatên Dîlgirtiyan û şêniyên Amûdê li Qada Jina Azad a Amûdê çalakiyek organîzekirin.
Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan û pankartên “Zarokên me berdin”, “Em zarokên xwe dixwazin” hatin hildan.
Malbatên dîlgirtiyan ên ku beşdarî çalakiyê bûn banga serbestberdana zarokên xwe ji zindanê hikumeta Demkî ya Sûriyê kirin.
