Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Amûdê ji bo serbestberdana zarokên xwe yên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin, xwepêşandanek li dar xist.
Bi sedan Şêniyên bajêr û malbatên dîlgirtiyan beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankartên “Dîwarên zindanan nikarin rastiyê veşêrin”, “Zarokên me berdin”, “Azadî mafekî bêqusûrî ye”, “Vegera girtiyan berî her rêkeftinekê”, û “Dilê dayikan ji bo zarokên wan diêşe” bilind kirin.
Xwepêşandanê ji bazara bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Jinan veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de, Çalakvanan diyar kir ku pirsgirêka dîlgirtiyan pirsgirêkeke mirovî ye û bang li şêniyan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û heta ku daxwazên wan werin bicihanîn li kêleka wan bisekine.
Malbatan diyar kir ku çalakiyên wan dê heta ku zarokên wan azad bibin, berdewam bikin.
