Di bin sîwana Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Lehengiya Basketbolê ya Jinan a Şehîd Ronahî Amanos, li Hola Yaneya Ewlekariya Hundrîn ya kantona Reqayê dest pê kir.
Di lehengiyê de, çar tîmên jinan ên ku bajarên Reqa, Kobanê, Hesekê û Qamişlo temsîl dikin, beşdar dibin.
Lehengî dê du rojan li pey hev bidome. Roja yekem dê matç di navbera tîmên beşdar de pêk werin û yên serkeftî derbasî matça dawî bibin. Di roja duyem de, dê maça dawî pêk were û qehremanê lehengiyê destnîşan bibe.
Di dawiya lehengiyê de, dê merasîmek pîrozbahiyê were lidarxistin û lîstikvan û tîmên serketî werin xelatkirin.
