KONGRA STAR YA BAJARÊ HELEBÊ ŞEHÎD VIYAN SORAN BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star ya bajarê Helebê şehîd Viyan Soran di salvegera 19’an a şehadeta wê de bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê bi beşdariya endam û rêveberên rêxistinên jinan ên li Helebê hate lidarxistin.
Destpêkê endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Zîlan Mihemed li ser kesayet û têkoşîna şehîd Viyan Soran axivî.
Zîlan Mihemed got, Viyan Soran li hember komploya navneteweyî û ji bo parastina nirxên gelan, çalakî li dar xist.
Piştre sinivîzyoneke ku behsa têkoşîn û rola xurt ya Şehîd Viyan dike, hate pêşandan.
Di dawiyê de jinan dirûşmeya Jin Jiyan Azadî berz kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan kirin.

Share This Article