Kongra Star a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku hezar û 800 name ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivîsandin û dê hewl bê dayîn ku radestî Netewên Yekbûyî bikin.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo demokrasî û wekheviyê, Kongra Star beşdarî kampanyaya “Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim”bû, û di vê çarçoveyê de li Qamişlo rêzeçalakî pêk anîn.
Her wiha got: “Îro name ji tevayî jinên li herêmê di nava sazî û dezgehên jinan de kar dikin, hatin girtin. Ji ber wê em bangî saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û azadiya Rêber Apo misoger bikin”.
Çalakiya Kongra Star bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
