KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYAYÊ LI REQAYÊ CIVÎNA XWE YA 2 SALAN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê beriya ku kongreya xwe ya giştî li dar bixe, îro civîna xwe ya 2 salan li kantona Reqayê li dar xist.
Kombûna Jinan a Zenûbyayê di bin diruşmeya ” Jin gerdûn bi xwe ye ” û bi amadebûna rêveber, endam û berdevkên kombûnê civîna xwe li dar xist.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtin, nameya rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan, naskirina Kar û xebatên Meclisê û rapora 2 salan a Meclisê hatin xwendin.
Her wiha rewşa siyasî ya herî dawî hate nîqaşkirin û nirxandin.
Kombûna Jinan a Zenûbya dê 15’ê Hezîranê kongreya xwe ya giştî li dar bixe. Piştî civîna Reqayê dê 19’ê Gulanê li Tebqayê û 24’ê Gulanê jî li Dêrezorê bi heman awayî civîn werin lidarxistin.

Share This Article