KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ YA LI KANTONA REQAYÊ SÛCÊN ÇETEYAN ÊN LI EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî ya li kantona Reqayê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî nemaze Efrîn şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, jinên di xwepêşandana aştiyane de beşdarbûn dixwestin kiriyarên hovane ên li herêmên dagirkirî pêk tên red bikin û dawî li wê yekê bînin.
Her di daxuyaniyê de hat gotin, Ji ber xwepêşandêran rastiya çeteyan aşkere kirin bi dehan kes hatin girtin û birîndarkirin.
Kombenda Efrîn a Civakî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku, dê dengê wan li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bighêje hemû cîhanê.

Share This Article