Bi awayekî rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hovanî êrîşî gund û bajarokên kantona Şehba û navçeya Şêrawa dikin.
Ji ber ku rojane bi dehan top li gund û derdora kampên koçberan ên ku bi hezaran kes lê dijîn dibarin, bûye sedema tirsê li cen jin û zarokên koçberên Efrînê.
Kamîreya Rojava Tv nerînên koçberên li kampa Veger ya li navçeya Şêrawa bo êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê girtin.
koçbera bi navê Leyla Mihemed Reşo diyar kir ku her çendî êrîşên dagirkeriyê dijwartir bibin, li hember wê jî asta tekoşînê bilind dibe.
ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Dilîvan Îbîş da xuyakirin ku tenê hêviya wan vegera li Efrînê ye û ew ê her di nava tekoşînê de bin, heta ku hêviya wan pêk were.
artêşa Tirk a dagirker bi awayekî domdar dundên tijî sivîl topbaran û bombebaran dike û dibe sedama zirarên canî û madî.
li hember wê jî bertek û bersivdayînên tund tên dayîn.
