KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI ISRARA XWE ZEHMETÎ Û ÊŞA KOÇBERIYÊ DERBAS DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Çîroka koçber û terziyê Efrînî “Hemze Mihemed” ku du caran li şûn xwe kar û dikana xwe hiştiye, weke wê bi dehan çîrokên li ser gelê Efrînê re derbas bûne.

Hemze Mihemed dibêje: Dema ku Efrîn ji dagirkeriyê rizgar bibe, em ê wê ji berê bedewtir vegerînin.

Beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Efrîn di warê çêkirina cilan û hinardekirina wê de ji bo hemû welatên cîran ên Sûriyê, yek ji girîngtirîn bajarên Sûriyê bû.

Di sala 2018’an de, bi dagirkeriya dewleta Tirk ji bajêr re, rêjeyek mezin ji kargehên berhemanîna cilan hatin girtin û hejmareke mezin ji terziyên pispor koçberî Helebê û herêma Şehbayê bûn.

Koçber û terziyê Efrînî “Hemze Mihemed” ku niha li bajarê Qamişlo dijî, beşek ji êşa ku di dema koçkirina yekem ji Efrînê ber bi Şehbayê û piştre koçkirina duyemîn a ji Şehba ber bi Qamişlo ve vedibêje.

Hemze Mihemed hesreta xwe ya mezin a vegera Efrînê û berdewamkirina xebata xwe li wir anî ziman, her wiha xwest ku vegereke bi rûmet ji bo hemû gelên ku ji Efrînê hatine koçberkirin pêk were.

Beriya dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re di sala 2018’an de, bajar navenda sereke ya hilberîna zeyta zeytûnê, cil û fêkiyan bû, heta ku piraniya bazirganên ji derveyî bajêr jî li wir projeyên mezin vedikirin.

Lê bi dagirkirinê re, bajar ket rewşeke aborî ya qels û bêkarî di nav gelê mayî de belav bû.

Share This Article