KOÇBERÊN EFRÎNÎ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li seranserî cîhan û herêmê daxwaza aşkerekirina rewş û tendrûstiya Rêber APO û pêkanîna azadiya rêbertî ya fîzîkî tê kirin.
Koçberên Efrînî qêrînên şermezarkirinê bilind kirin û bang li aliyên pêwendîdar kirin ku di zûtirîn dem de tecrîdê bi dawî bikin.

Bi nûkirina cezayên dîsîplînê yên faşîzma Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, parêzvanên azadiyê çalakiyên xwe zêde dikin û ji bo azadiya Rêbertî bang li civaka navneteweyî dikin.

Koçberê Efrînî yê bi navê “Reşîd Mihemed” ku li kampa Serdem a Şehbayê dijî, piştrast kir ku dîlgirtina Rêber APO qanûnên navdewletî bin pê dike.

Ji aliyê xwe ve, koçber Arif Sido jî bal kişand ser pêwîstiya bidawîkirina tecrîda li ser Rêber APO û bang li Rêxistina Dijî Tundiyê, Êşkence û Mafên Mirovan kir ku bi karê xwe rabin.

Piştî zêdetirî 3 sal û çend mehan çav li wê yekê bû ku faşîzma Tirk rewş û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, lê dewleta Tirk agirê kîna xwe zêde kir û cezayên dîsîplînê 3 mehên din dirêj kir.

Share This Article