KARWANÊ DAWÎ YA KOÇBERÊN EFRÎNÊ GIHIŞTIN WARÊ XWE

Rojava Tv
1 Min Read

Komeke din a koçberên Efrînê yên li bajarên Qamişlo, Hesekê û Dêrik berê xwe dan warê xwe.

Îro berbanga sibehê beşeke din a koçberên Efrîn, wekî berdewamiya karwanên ku beriya niha berê xwe dane Efrînê di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê de ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê, ber bi Efrînê bi rê ketin.

Cîgirê Ewlekariya Giştî ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Endamê Tîma Serokatiya peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdê bi karwanê re bû.

Mistefa Ebdê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ev beş karwanê dawî ya koçberên Efrînê ye, rêkar û gavên ji bo destpêkirina pêvajoya vegera koçberên Serêkaniyê jî piştî rakirina mayînan wê pêk were.

Share This Article