Ji bo rê li ber belavbûna madeyên hişbir qut bikin, Jinên bajarê Minbicê kompanyayek li dar xistin.
Ev kompanya di bin dirûşma “Em bi hişyarî û rêxistinbûna xwe jiyana xwe xweştir bikin” hat dest pê kirin.
Armanc ji vê kompanyayê, hişyarkirin û perwerdekirina gel ji xeteriyên van madeyan e.
jinan group ji bo perwerdekirina gel avakirin û li dibistan, cihên giştî û kampan civîn û semîner dest pê kirin.
Rola madeyên hişbir a neyînî di parçebûna malbatê û talankirinê de hate nîqaşkirin.
Derbarê vê mijarê de Rojava bi Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Rabaa Bekro re hevdîtin pêk anî û got, ev kampanya ya gel e.
Her wiha Berpirsa ofîsa jinan di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de Ibtîsam Ebdulqadir tekez kir ku îro ew bûne şahidê belavbûna vê diyardeyê ku civakê wêran dike.
