Jinên Kantona Cizîrê bi meşeke girseyî piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
beşdarên meşê tekezkirin ku dê dewleta Tirk nikaribe bi êrîşan îradeya wan bişkîne.
Ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Kongra Star îro meşeke girseyî li ser asta Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Meşê ji çerxereya Şehîd Azad dest pê kir û li çerxerêya şehîd Qehreman Omerî veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê Kongra Star û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin û piştevaniya ji bo şervanên YPJ’ê ku di cebheyên herî pêş de li ber xwe didin, hate piştrastkirin.
Beşdarên meşê bi dilekî germ û berzkirina dsirûşmeyên ku pesna YPJ’ê didin, helwesta xwe anîn ziman. Her wiha beşdarên meşê tekezkirin ku dê dewleta Tirk nikaribe bi êrîşan îradeya wan bişkîne.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên bijî berxwedana YPJ’ê, YPJ’ê parastin û rumeta me ne û em hemû YPJ’ê ne bi dawî bû.
