Îro bi boneya 8’ê adarê roja jinan a cîhanê, jinên Helebê rêzeçalakiyên cihêreng lidarxistin.
Di çalakiyan de tekezî li ser mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên jinan hat kirin.
Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê jin bi coşeke mezin û pêşwaziyê 8’ê adarê dikin.
Îro bi boneya vê rojê, li bajarê Helebê jinan rêzeçalakiyên cihêreng lidarxistin.
jinên ciwan ên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên bajarê Helebê meşek lidarxistin.
Meş bi beşdariya Jinên ciwan, jinên sazî, meclîs û xwendekaran ji pêşiya bazara sebzeyan a li taxa şêxmeqsûda şerqî dest pê kir û li çerxereya şehîd destîna veguherî mîtingê.
Di mîtingê de li ser navê Jinên ciwan axaftin hatin kirin, tê de hat tekez kirin ku, ew bi rihê banga dîrokî ya rêber apo emê hemî rojan bikin 8’ê adarê.
Li aliyek’ din bi heman boneyê, Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra star civînek ji jinên xiristiyan re li dar xist.
Di civînê de nêzî 50 jinên xiristiyan amade bûn. Her wiha
civînek ji jinênXiristiyanî re, li ser rojajin a cîhanî di bin durişmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, de li kinîşteyaxiristiyanîya li taxa şerqî ye, li darxist. Rêvebera Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra star Mûna Kibik roja 8’ê adarê û girîngiya wê ji jinan nirxand.
Di civînê de hat gotin ku, Li Rojavayê kurdistanê jinan bi felsefeya azad ya Rêber Abdullah ocalan hemû rojên xwe kirin têkoşîna 8 adarê.
Her wiha Meclîsa jin ya malbatên şehîdan jî bi armanca pîrozkirina 8’ê adarê şahiyek ji jin, dayîk û zarokên şehîdan re li darxist.
Şahî li eywana Talêt Heleb hat li darxistin û tê de diyarî hatin belavkirin.
Paşê komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin û govend hatin gerandin.
Li aliyek’ din Weqfa jina azad a Sûriyê pêşangehekê wêneyan li eywana 8’ê adarê ya girêdayî taxa şêxmeqsûd xerbî li dar xist.
hemû sazî û komînên taxê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşabgehê de wêneyên jinên berxwedêr û kedkar, karê destan û amûrên xemlandinê yên jinan hatin pêşandan.
