JINÊN BAJARÊ HELEBÊ SERHILDANA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ SILAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên bajarê Helebê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin û banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Jinan gotin: silogana “Jin Jiyan Azadî”, jin li ser daxwaza bidawîkirina hişmendiya baviksalar kom kirin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, ku li Rojhilatê Kurdistanê dengê xwe hildaye, sê sal tijî berxwedan û têkoşîn li dijî cûrbecûr cureyên zext û îşkenceyên rejîma Îranê, li şûn xwe hêştin.

Serhildana ku bi kuştina jina Kurd a 22 salî “Jîna Emînî” dest pê kiriye, derbasî her maleke kurd bû û hêşt ku li seranserî cîhanê, alîgrên wê rabin ser piyan û bi yek dengî bêjin “Jin-Jiyan-Azadî”

Bi boneya salvegera 3’emîn ya vê serhildanê, jinên bajarê Helebê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin û diyar kirin ku silogana “Jin Jiyan Azadî”, jin li ser daxwaza bidawîkirina hişmendiya baviksalar kom kirin.

Jinan diyar kirin ku ta niha jin di bin şedetê de jiyan dikin, ji bo wê divê ew hevgirtina xwe xurt bikin û têkoşînê bilind bikin.

Serhildana ku xwastin dengê wê li kolanan qir bikin, îro li nav dîwarên zindanan de dewam dike. Bi dehan jin îro di girtîgehên rejîma Îranê de li ber xwe didin û gefên darvekirinê li wan tê xwarin.

Share This Article