JIN PÊŞENGTIYÊ JI XEBATÊN RAGIHANDINÊ RE DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read
Yek ji qadên ku herî zêde ku jin cihê xwe di nav de digire û roleke giring tê de dilîze, qada ragihandin û medyayê ye.
Di 7’emîn kongireya yekîtiya raghandina azad de ku di Di 15’ê Hezîranê de li bajarê qamişlo hate li darxistin de beşdariyeke berfireh a jinan hebû.
Jinên rojnamevan dan xuyakirin ku bi çav û pênûsa jinan ragihandin li herêmê pêşket.
Jina Azad di nava salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, Bi deng û pênûsa Xwe Dengê Heqîqeta jin ji raya giştî re ragihand.
Yek ji qadên ku herî zêde ku jinan tê de roleke giring û sereke lîst, qada ragihandin û medyayê ye.
Di 15’ê Hezîranê de 7’emîn kongireya yekîtiya raghandina azad, bi beşdariyeke berfireh ji rojnamevanê jin li bajarê qamişlo hate li darxistin
Di nava kongireyê de rojnemevan Hêlîn Asmîn rola rojnamevanên jin di herêmê de nirxand û got: “bi çav û pênûsa jinan ragihandin li herêmê pêşket”.
Rojnemevan Bêrîvan Xelîl jî diyar kir ku, jin di nava qada ragihandinê de bûye dengê jina azad.
Di çend salên dawiyê de hejmara jinan di nava qadên ragihandinê de zêde bû , bi taybet li bakur û rojhilatê sûriyê, jin wekî rojnamevanên herî zîrek û serkeftî dengê xwe gihandin astên navnetewî.

Share This Article