Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hezaran xwendekar, mamoste û gelê Qamişloyê banga fermîkirina zimanê kurdî kir.
Di mîtîngê de hat diyarkirin ku “Kurd daxwaza xêrê nakin, ew daxwaza mafê zimanê xwe dikin û destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake”.
Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan xwendekar, mamoste û gelê bajarê Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê ji bo mafê zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî meşeke girseyî li dar xist.
Di mîtîngê de gelek axaftin hat kirin û hat gotin ku Heta zimanê kurdî bibe zimanekî fermî ew ê li ber xwe bidin. Pêşketina mirovahiyê li ser zimanê dayikê çêbûye.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew Kurd hatine dinê û ew ê parastina zimanê xwe bikin. Parastina zimanê kurdî parastina nasnameyê, civakê û bedenê ye.
Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî jî ku ji bo beşdarî çalakiyên zimanê kurdî bibe berê xwe dabû Rojava, li Urdunê hat girtin. Şêx Maşûq dê beşdarî mîtîngê bibûya. Her çendî beşdar nebû jî, dengê xwe ji gel re şand û dengê wî di mîtîngê de hat guhdarîkirin.
Beşdarên meşê dan xuyakirin ku Kurd daxwaza xêrê nakin, ew daxwaza mafê zimanê xwe dikin û destûreke ku bi peyvên Kurdî nehatibe nivîsîn, nûnertiya Kurdan nake.
Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
