Konga Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Qamişlo çalakiyek li darxistin.
Jinan di çalakiyê de peyama “Heya serbestberdana dîlgirtiyan têkoşîna me dê berdewam bike” dan.
Konga Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin”, li hola sergirtî ya Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê li dar xist.
Bi sedan jinên ji bajêr û malbatên dîlgirtiyan beşdarî çalakiyê bûn.
Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên bi nivîsên “Em birayê xwe yê dîlgirtî dixwazin” û “Kurên me yên dîlgirtî vegerînin” bilind kirin.
Çalakî bi xwendina peyama 8’ê Adarê ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.
Piştî xwendina peyamê, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, Jiyan Hesen Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî dayikên dîlgirtiyan pîroz kir û got, “Em ji we re piştrast dikin ku em ê di demek nêzîk de mizgîniya azadbûna dîlgirtiyan ji we re bînin.”
Li ser navê malbatên dîlgirtiyan, dayika Alan Abdulhadî yê dîlgirtî, Cîhan Silêman Mihemed got, Têkoşîn û berxwedana me dê berdewam bike heta ku zarokên me werin berdan û azadiya xwe bi dest bixin.
Beşdarên çalakiyê di dawiyê de daxwaza pêkanîna peymana 29’ê Çileyê, bi taybetî xala der barê girtî û dîlgirtiyan de kir û xwestin hemû dîlgirtî di zûtirîn dem de serbest werin berdan.
