ILHAM EHMED: JI BO AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRAT SÎSTEMA FEDERAL GIRÎNG E

Rojava Tv
2 Min Read

Ilham Ehmed di panel ku li meclîsa Londonê hat lidarxistin de axivî û behsa rewşa dawî li sûriyê her wiha hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina aramiyê kir.

ŞANDEYEK JI RÊVEBERIYA XWESER Û MSD’Ê SERDANA BRÊTANYAYÊ KIR

Şandayek ji Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca piştevaniya navdewletî û gotûbêjkirina mijarên sereke yên girêdayî paşeroj û aramiya Sûriyê, gihîşt paytexta Brîtanya Londonê.

Şande ji Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Hevserokê Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî ya MSD Hesen Mihemed Elî pêk tê.

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed di panel ku li meclîsa Londonê hat lidarxistin de axivî û got, ji bilî herêma bakur û rojhilatê sûriyê, şer li piraniya bajarên Sûriyê rawestiya.

Ilham Ehmed anî ziman ku, ji ber destdirêjî û êrîşên dewleta tirk a dagirker rewşa ewlehiyê li herêmê xerab bûye. Enqere nahêle ku aramiya li herêmê dewam bike.

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku, niha pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê dest pê kiriye û got, Tirkiye siyaseteke êrîşkar li dijî Kurdan dimeşîne ev yek jî bi serê xwe nakokiyek mezin e.

Me li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin meşand û ev têkoşîn jî heta niha dewam dike. Me li herêma bakur û rojhilatê sûriyê projeyek demokratîk ava kir, lê Tirkiye rê nade ku ev yek pêş bikeve.

Ilham Ehmed bal kişand ser diyaloga di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî ya Kurd de û got, ew ji bo xurtkirina yekîtiyê diyalogeke cidî dimeşînin û pêşketinên girîng pêk hatine.

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed di dawiyê de tekez kir ku ji bo avakirina sûriyeke demokrat ji tevahî pêkhateyan re ne tenê kurd, sîstema federal girîng e. Ji ber navendîbûn dê bibe sedema gurkirina şerê navxweyî li Sûriyê.

Tê payîn ku serdana şandeya Rêveberiya Xweser û MSD a li Londona Brêtanyayê çar rojan bidome.

Share This Article