Bi zêdekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de kobanê, Hêza parastina Civakê HPC li Bajarê Kobanê ji bo parastina bajarê xwe 24 demjimêran li kolanan e û nobetdariyê digrin.
Rêvebir û Endamên jin yên bajêr jî banga seferberiyê pêk anîne û parastina bajarê xwe dikin.
Rêveberiya Hêza parastina Civakê ya kobanê Edle Şêx Bekir destnîşan kir ku, rewş awarteye û divê her kes di vê pêvajoyê de bibe şervan.
Endama Mala Jin a Kobanê jî Bakîra Sincar berxwedana hêzên QSD’ê silav kir û diyar kir ku ew ji bo parastina bajarê xwe bi şev û roj nobetdariyê digrin.
Piştî ku rêveberiya xweser ji bo parastin û ewlehiya herêma bakur û rojhilatê sûriyê seferberiya giştî ragihand û ji bo parastina bajarê kobanê ji gef û êrîşên dagirkeriya tirk HPC jî di nava xebatên parastina tax û kolanên bajêr de ye.
