Li bajarê Kobanê bi armanca pêşxistin û xwedîderketin li çanda govendê, Hîlala Zêrîn kargeheke taybet ya govendê ji bo jinan vekiriye.
Di bin dirûşma ”Her govendek çîrokeke her çîrokek dîrokeke” tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Kobanê dewreyeke xweser ya govendê vekiriye.
Armanca dewreyê ew e naskirina cil û bergên Filkiklorî û naskirina govenda resen ya kurd û kobaniyan e.
Dewre dê 20 rojan berdewam bike û dersên teorî û pratîkî werin dayîn.
Kesên di navbera temenê 12 heta 25 Salîyê de dê tevlî dewreyê bibin û paşê ew kes dê bibin endamên Hîlala Zêrîn.
Endama çand û hunera Baqî Xido û kevana zêrîn Rêmaf Beyrî ku cihê xwe niha di kargeha govendê de girtiye, behsa karê kargeha govendê û rola wê ya di parastina çanda Kobanê de dike.
