HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ REWŞA SIYASÎ LI DIRBÊSIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo nîqaşkirna rewşa siyasî û geşdanên dawî yên ku li herêmê rû didin, Hêzên Erka Xweparastinê civînk li bajarê Dirbêsiyê li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna fermandarê giştî yê Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd, fermandarên erka xweparastin yên herêman, malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl yên Dirbêsiyê û Til Temir li dar ket.

Di civînê de Nûrî Mehmûd axivî û behsa rewşa Sûriyê bi giştî, danûstandinên Rêvberiya Xweser û Hikûmeta Vegûhêz kir.

Nûrî Mehmûd behsa berxwedana gel li bendava Tişrînê û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

Civîn bi gerandina govendê li ber dengê hunermend Mûeyed Şiwêş bi dawî bû .

Share This Article