24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Suriyeyê hatine diyarkirin red kirin.
partî û rêxistinan diyar kirin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.
Derbarê nûnerên Rojava yên ku dê ji bo Parlamentoya Suriyeyê bêne diyarkirin û temsîla pêkhateyên herêmê de, 24 partî û rêxistinên herêmê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêkhateyên Suriyeyê li bendê ne ku welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo vê yekê jî sud ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyên li Rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de heye, bê girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina rejîma Baas, rê vebûye ku qanûn û projeyên nijadperest werin betalkirin û Sûriyeyek nû were avakirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Suriyeyek nû ev yek pêwîstiyek e, lê hikûmeta Şamê guh nedaye van rastiyan.
Her wiha hat gotin: “Hikûmetê hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Di rastiyê de ev ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran nabîne tiştek din nîn e.
Têkildarî temsîla Kurdan a li parlamentoya Suriyeyê, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 210 kursiyên parlamentoyê de sînordarkirina temsîliyeta Kurda ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye.
daxuyaniyê domandin ku Gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye, rêjeya wê ji sedî 20 ê tevahiya nufûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin.
Hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, tekez kirin ku ew van tayînkirinan bi her awayî red dikin. her wiha Ew mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên nîjadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye dihesibînin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe û hişyarî hat dayîn ku qebûlkirina her aliyekî siyasî yan civakî ji bo pejirandina van 4 kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirinr ku partî û rêxistinên Kurdî wê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ji bo ferzkirina şirîkatîyeke niştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê diwehîmen, berdewam bikin.
