Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê kampanyaya hişyariyê ya têkildarî penceşêra pêsîran a bi dirûşma “Tesbîtkirina zû… jiyana nû” da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji vê kampanyayê belavkirina hişyariyê û pêşxistina zanîna civakî derbarê vê nexweşiyê de ye.
