HEYVA SOR A KURD HÊVIYÊN XWE YÊN GIHANDINA ALÎKARIYAN JI BO GELÊN PERAVA SÛRIYÊ NÛ DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Di hevpeyvîneke taybet ligel Rojava TV de, hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa tekez kir, ew li bendê ne ku Desthilata Şamê ji biryara xwe ya nerewa vegere û rê bide wan ku alîkariyan bigihînin xelkên perava Sûriyê.
Dilgeş Îsa piştrast kir ku hêzên Desthilata Şamê êrîşî endamên karwanê kir û ew neçar kirin ku vegerin.

Ji ber baweriya wê bi karê mirovî û pêwîstiya hevgirtinê di rewşên xirab de, Rêveberiya Xweser di 10ê Nîsanê de, karwana alîkariyê ya duyem bi rêya Heyva Sor a Kurd, ber bi herêma perava Sûriyê ve rêkir.

Lê tişta ku qewimî ew bû ku hêzên desthilata Şamê karwanê alîkariyan asteng kirin û ew bi paş ve zivirandin, bêyî ku bigihîje armanca xwe û gelê li wir jê sûdê werbigire.

Di vê derbarê de, Rojava TV bi hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa re hevpeyvînek pêk anî û tê de zehmetî û kêşeyên ku rê li ber gihandina alîkariyên mirovî bo perava Sûriyê girtine, aşkere kir.

Dilgeş Îsa tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo gihandina alîkariyan berdewam bikin, her weha bang li hikûmeta Şamê kir ku rêzê li pîvanên mirovî bigire û dest ji siyastkirina vê mijarê berde.

Hêjayî gotinê ye ku rêveberiya xweser di nîvê meha Adarê de, yekemîn karwanê alîkariyan gihand xelkên perava Sûriyê û bi awayekî adil li ser kesên ku ziyan dîtine belav kir.

Înîsiyatîf bi girseyî hat pêşwazîkirin û careke din îspat kir ku Rêveberiya Xweser di her wextê de pabendî nirxên mirovî ye.

Share This Article