HETA NIHA 1029 DÎLGIRTIYÊN QSD’Ê HATINE AZADKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li bajara Hesekê 232 Şervanên QSD’ê yê dîlgirtî yên ku di zindanên hikûmeta demikî ya şamê de bûn, hatin azadkirin.

hevkarên me raporek derbarê amara azadkirina dîlgirtiyan de amede kirine, kerem kin lê temaşe bikin.

Ev der çerxerêya Sebax ya li parêzgeha Hesekê ye.

Xelk derketine ji bo pêşwazîkirina dîlgirtiyên xwe.

232 Şervanên Qsd’ê yê dîlgirtî yên ku di zindanên hikûmeta demikî ya şamê de bûn, hatin azadkirin.

Dayika Şervanekî kefxweş e, lê daxwaz dike ku hemû şervanên wan bên azad kirin û dilê hemû dayikan xweş bibe.

Di çarçoveya bicihanîna peymanê de 4 qonaxên azadkirina dîlan hatin kirin:

Qonaxa yekem: 10ê Adara 2026an hat kirin, ku Tê de 100 şervanên Qsd’ê hatin serbest berdan.

Qonaxa duyem: 19ê Adara 2026an hat bicihanîn, ku Tê de 300 şervanên Qsd’ê hatin azadkirin.

Qonaxa sêyem: 11ê Nîsana 2026an hat kirin, tê de jî 397 şervan hatin serbest berdan.

Qonaxa çaran: 8’ê Gulana 2026’an hat pêk anîn, tê de 232 şervanên Qsd’ê hatin azad kirin.

Şervanekî QSD’ê yê azadkirî ji rojava tv re behsa axaftina zimanê kurdî di zindanê de dike.

beriya niha jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê mazlûm ebdê ragihandibû ku, bi giştî hezar û 70 şervanên wan di pêvajoya dawiyê de hatibûn dîlgirtin.

Share This Article