HER KU DIÇE TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN GIRANTIR DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê ji bo şikandina tecrîdê her dem li ser piyan bin û azadiya rêber Apo misoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin.

Ji wê rojê ve ango ev 2 sal zêdetir in Rêber Apo di Girtîgeha Îmraliyê de di bin şert û mercên herî giran tê ragirtin.

Li gel tecrîda giran ti agahî ji Rêber Apo, nayên girtin.

Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin.

Dayikên Şehîdan ên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ger rêber apo azad nebe civak jî azad nabe.

Dayikên Şehîdan tekez kirin ku ew ê ji bo şikandina tecrîdê her dem li ser piyan bin û azadiya rêber Apo misoger bikin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT’yê xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê bi rengekî ‘lezgîn’ serdana Îmraliyê bike û xwest ku serdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê werin qebûlkirin.

Share This Article