Li hundir û derveyî hucreyan, girtiyan hevdu ji bîr nekirin. Li hundir, ew bi hev re ketin greva birçîbûnê heta ku hin ji wan hatin azadkirin, û îro yên ku hatine berdan hewl didin ku hevalên xwe yên girtî azad bikin.
Ev in gotinên Eliyê ku beriya çend rojan hatiye azadkirine. Elî niha li mala xwe ye lê fikrê wî hîn li cem yên mayî ye, ku ew jî weke wî di demeke nêz de vegerin malên xwe.
Bi biryara berxwedanê, şervanê bi navê Elî Esker û hevalên xwe ku nêzî 4 mehan li zindana hikûmeta demkî ya Şamê dîlgirtibûn, beriya sê rojan hate azadkirin .
Elî esker û hevalên xwe yên Kurd, Ereb û Elewî di nava çar dîwarên zindana Helebê de ketin girava birçîbûnê û berxwedanî kirin .
Elî esker dibêje ku tevî êşkenceya di zindanê de, wan destê xwe da hev û li dijî êşkencekaran sekinîn.
Elî anî ziman ku heta dawiyê ew ê ji bo rêhvalên xwe yên dîlgirtî berxwedaniyê bikin û wan azad bikin
Gelek şervanên kurd mîna Elî Esker di nava zindanê de berxwedan kirin û ketin nava giravê birçîbûnê de. Li dijî wan dixwastin wan bêdeng bikin sekinîn û gotin em hene .
