Ji nav dilê Bendava Tişrînê ya ku berxwedaneke dîrokî lê tê meşandin, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silavên xwe ji cîhanê re rê kirin.
Şêniyan bi yek dengî gotin: Em li vir in û em ê her li vir bimînin.
Ev der bendava Tişrînê ye. Li vê bendavê şervanên QSD, YPJ û Meclîsa leşkerî ya Minbicê berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dinivîsin.
ji bo piştgiriya berxwedana lehengî ya şervanan û parastina bendavê ji êrîşên dewleta tirk, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav topan û li bin gera balafiran berê xwe dan bendavê û sekna xwe ya rûmetê îlan kirin.
Ji nav dilê Bendava Tişrînê gel peyamên xwe parve kirin û da zanîn ku, bi hevgirtina gelan wê planên Tirkiyê pûç bibin û berxwedan zindî û serketî bimîne.
Her wiha gelên li bendavê dan xuyakirin ku Bendava Tişrînê li ber keraseteke mezin e, lewma divê demildest êrîş bên rawestandin.
Dîmenên herî bedew ku ji bandava tişrînê ango wekî gelên herêmê jê re dibêjin bendava berxwedanê derdikevin, ew e ku şêniyan tevî bombebarana bêserûber, meşa xwe li ser lingan berdewam kirin û bi dilekî ji pola derbasî bendabê bûn.
