GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BI ÇALAKIYAN PIŞTGIRÎ DAN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd şermezar kirin.

Bi hezaran xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Firat û Cizîrê bi tevahî pêkhateyên xwe ve daketin qadan û piştgirî dan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Di xwepêşandan de Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî û çalakiyên cûrbecûr lidarxistin.

Di daxuyaniyan de êrîşên li ser xelkên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê hatin şermezar kirin û tekezî li ser piştgiriya wan hat kirin.

Share This Article