Endama desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di mitînga Qamişlo de axivî û got, heta ku Rêber APO bi awayekî fîzîkî neyê azadkirin, ti carî aştî û çareserî pêk nayê.
Her wiha bang li gel kir ku bi têkoşîn û berxwedana xwe, destê Rêber APO xurt bikin û li hember siyasetên Tirkiyê hişyar bin.
