FESTÎVALA AŞTIYÊ YA ZAROKAN LI TEBQAYÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

 

6’emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan îro di roja xwe duyem de li kantona Tebqayê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.
Doh li kantona Tebqayê di bin dirûşmeya “Rengên Zarokatiyê li Sûriyê aştiyê xêz dikin” Festîvala Aştiyê ya Zarokan li ser dika navenda Şehîd Musena Ebdulkerîm dest pê kir.
Di roja duyem a festîvalê de şanoyên derbarê hişyarkirina civakê li ser parastina jîngehê hatin pêşandan, her wiha komên stran û govendan berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de komîteya amadekar û Desteya çand û şûnwaran ên Reqayê her wiha Desteya Çand û Şûnwaran a Tebqayê komên beşdarî festîvalê bûne xelat kir.
Li gorî komîteya amadekar a festîvalê, 500 zarok ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî festîvalê bibûn.

Share This Article