FESTÎVALA AŞTIYÊ YA ZAROKAN LI KANTONA TEBQAYÊ DESTPÊKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya “Rengên Zarokatiyê li Sûriyê aştiyê xêz dikin” Festîvala Aştiyê ya Zarokan li ser dika Şanoya Şehîd Musena Ebdulkerîm li kantona Tebqayê destpêkir.
Festîvala bi beşdariya zêdetirî 500 zarokên ji pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya yekem de bi rêve diçe.

Festîval çalakiyên çandî û hunerî yên cur bi cur di nav xwe de dihewîne, wekî muzîk, stranbêjî û pêşkêşkirina şanoyê.

Li gor komîteya amadekar dê festîval 2 rojan dewam bike.

Share This Article