Festîvala 3ʹyemîn a Şanoyê ya ”Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê” ya li Kobanê hatibû lidarxistin bi xelatkirina komîteya amadekar û komên beşdar bi dawî bû.
Bi beşdariya bi sedan şêniiyên Kobanê û endamên saziyên sivîl li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê doh çalakiyên Festîvala 3ʹyemîn a Şanoyê ya ”Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê” piştî hefteykê ji pêşandana şanoyên curbecur ji piranî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.
Piştî Navenda Vejîn, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Navenda ya Minbicê stranên xwe pêşkêş kirin, komîteya amadekar 11 komên beşdarî festîvalê bûne xelat kirin.
Festîval di 5ʹê Cotmehê de di salvegera 10ʹan a çalakiya fedaî ya fermandara YPJʹê Arîn Mîrkan li ser girê Miştenûrê de dest pê kiribû.
