ENDAMÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PYD’Ê SERDANA NOBEDARÊN BAJARÊ TIRBESPIYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şandeyek ji Meclisa Cîbicîkar a kantona Cezîrê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), serdanek meydanî li bajarê Tirbespiyê pêk anî û welatiyên ku ji bo parastina bajarê xwe seferber bûne, silav kirin.

Di nav şandeyê de; Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a kantona Cezîrê Hesen Şero û endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Silêman Ereb, û çend kesayetên din ên ji Rêveberiya Xweser hebûn.

Di dema serdanê de, şandeyê silav li welatiyên bajêr ên Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî kir, ku çend roj in nobedariyên parastinê li dar dixin.

Welatiyên jî piştrast kirin ku hevgiritna wan a ku ji sedsalan ve heye, dê îro dîsa amade be, da ku dijmin paşve bixe û destkeftiyên xwe biparêze.

Share This Article