ENDAMA GIRÛPA “PIROJEYÊN BIÇÛK” DAXWZA VEKIRINA PÊŞENGEHÊN KARÊ DESTAN DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ji bo pêşxistina hunera jinan û alîkariya wan pêşengehek karê destan li Qamişlo li darxist.

Jinên beşdarî pêşengehê bûn diyar kirin ku armanca wan ji li darxistina vê pêşengehê, Berfirehkirina jêhatîyên jinan û teşwîqkirina karsaziyên piçûk ên ku aboriya herêmî û civakî xurtir dike.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Navenda ” Alem El Mubdiîn عالم المبدعين” pêşengehek taybet bi karê destan li navenda Mihemed Şêxo ya çandê ya Bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Bi dehan jin ku gelek ji wan di girûpa ” Meşarî Sexîra مشاريع صغيرة ” beşdarî vê pêşengehê bûn û hunera destê xwe pêşkêş kirin.

Jinên ku beşdarî pêşengehê bûn diyar kirin ku armanca wan ji li darxistina vê pêşengehê Berfirehkirina jêhatîyên jinan û teşwîqkirina karsaziyên piçûk ên ku aboriya herêmî û civakî xurtir dike.

Her wiha jinan hêvî kirin ku navendên wan yê fermî çêbibin û pêşengehên xwe her meh li dar bixin.

Pêşengeha karê destan ku di 7’ê Kanûnê de dest pê kir û ji seatên sibeha heya êvarî pêşwaziya şêniyan dikir doh 10’ê Kanûnê bi dawî bû.

Share This Article