Encûmena Zagonsaz baweriyê dide hevserokên nû

Rojava Tv
1 Min Read

Encûmena Zagonsaz baweriyê dide hevserokên nû

Îro şemiyê, 22’ê tîrmehê, encûmena zagonsaz li herêma Cizîrê civîna xwe ya heftemîn li hola encûmena zagonsaz a bajarê Amûdê lidar xist.

Di civînê de hevserokên encûmena zagonsaz û cîgirên wan, hevserokatiyê hevseroka encûmena cîbickar a herêma cizîrê û cîgerên wê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê û 82 endamên Meclîsa Zagonsaz amade bun.

civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre xwendina karê civîna şeşan bi sê zimanan Kurdî, Erebî û Siryanî / û rapora karê encûmenê hate xwendin û rewşa siyasî ji aliyê şêwirmenda herêma cizîrê Cîhan Xelîl hate nirxandin

Encûmenê bawerî da birêz”kuyîn Ebdulqehar Mihemed” û “Mihemed Ezîz Ehmî” wek Hevserokê desteya Ekolojî, her wiha bawerî da birêz “Kînana Ebdullah Emîn”da ku Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşêa bike û dest bi karên xwe yên nû bikin.

#RTV

Share This Article