ELEWIYÊN PERAVA SÛRIYÊ JI BER KOMKUJIYAN DIREVIN HERÊMÊN BI EWLE

Rojava Tv
2 Min Read

Elewiyên ku ji malên xwe hatine derxistin, bang li desthilata nû ya Şamê dikin ku rêbaza xwe ji nû ve binirxîne û gel bi gunehên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine kirin tawanbar neke.

Welatiyên Elewî piştrast dikin ku, bêyî beşdariya hemû pêkhateyên welêt, pêşerojek demokratîk li Sûriyeyê nayê bidestxistin.

Ji ber kiryarên çekdarî yên li dijî Elewiyên perava Sûriyê piştî hilweşîna rêjîma Bais ve tên kirin, gelek Elewî ji ber tisrsa kuştinê neçar dibin ku malên xwe berdin û ber bi herêmên bi ewle ve birevin.

ji welatiyên malterikandî Fayiq Şibîb e, ku her tişt li dû xwe hişt û biryar da ku bi malbata xwe re bireve taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê.

Fayiq Şibîb ji Rojava TV re diyar dike ku, çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê, pêkhateya Elewî bi hinceta alîgirên rejîma têkçûyî ne, di qirkirinê re dserbas dike.

Şibîb bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku dev ji gotara kîn û nefretê berde, û bibe hevkarê avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî .

Li gorî rapora dawî ya Rewngeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara qurbaniyên kiryarên li perava Sûriyê gihiştiye nêzî 1400 kesan, di nav wan de bi sedan zarok û jin hene.

Share This Article