Li Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve dorpêçkirî ye, xurek, derman û şîrê zarokan gelekî kêm bûne.
Dorpêç bandoreke neyînî ya rasterast li jiyana welatiyan û debara wan a rojane dike.
Li Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve dorpêçkirî ye, xurek, derman û şîrên zarokan gelekî kêm bûne. Ji bo rêgirtina li ber karaseteke mirovî banga vekirina korîdorên mirovî tê kirin.
Xelkê Kobanê diyar dikin ku ji ber dorpêçê rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe û madeyên sereke nema tên peydakirin.
Welatî banga vekirina riyan û rakirina dorpêçê dikin.
Welatiyê bi navê Hecî Şahîn jî bang li gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê kir ku di çalakiyên xwe ya piştgiriya Rojava de berdewam bikin heya ku dorpêç bi temamî bi were rakirin
Dorpêça li ser bajarê Kobanê ji zêdetirî mehekê ve dewam dike. Di encama dorpêçê de madeyên jiyanê yên sereke bi taybetî mazot û derman nayên peydakirin. Ev yek metirsiyeke cidî li ser jiyana xelkê wê derê çêdike.
