Ji ber ku dagirkeriya li beramberî berxwedana gerîlyan têkçûye çeteyên DAIŞê jî beşdarî êrîşên xwe yên li dijî çiyayên başûrê Kurdistanê dike li ser mijarê yek ji fermandarên YPJê Rûxweş Efrîn ji RojavaTV re got: Dewleta Tirk armanc dike ku bi rêya DAIŞê Kurdan qir bike
Bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike.
lê ji ber dewleta Tirk li beramber vîna gerîlayan têkçûye çeteyên DAIŞ’ê jî beşdarî êrîşên xwe dike.
21ê vê mehê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser mijarê daxuyanîyek bi raya giştî parvekir û tekez kir ku “Çawa wan li Kobanê DAIŞ têk bir, ew ê îro jî Kurdistan û Rojhilata Navîn biparêzin’’
Têkildarî mijarê yek ji fermandarên YPJ’ê Rûxweş Efrîn ji RojavaTV re got: Dewleta Tirk armanc dike ku bi rêya DAIŞ’ê Kurdan qir bike.
YPJ di daxuyaniya xwe de gotbû ” ji îro şunde ji bo parastina jin û gelê me yê Başûrê Kurdistanê, ew ê bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê û di xeta parastina rewa de li her cihê ku metirsî li ser hebûna jinan û gelê me hebe şer bikin û li berxwe bidin.”
fermandar Rûxweş Efrîn anî ziman ku ew ê parastina hemû jinên rastî zilmê tên bikin.
Fermandariya giştî ya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî hêzên pêşmerge yên bi rûmet kiribû ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirkiyê rawestin.
her wiha bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî kiribû ku demildest vê dagirkeriyê rawestînin.
