DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêmê Hevserokê Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo ji ROJAVA TV re nirxandin kir û anî ziman ku bi ragihandina dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, Tirkiyê êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kir.

Ev çend roj in dewleta Tirk a dagirker dîsa bi awayekî dijwar dest bi topbarankirin û bombebarankirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawî de êrîşên hewayî û topbarana dijwar bi taybet li dijî herêma Efrîn, Şehba, Minbicê û Herêma Cizîrê zêdetir kir.

Herî dawî doh dewleta Tirk nexweşxaneya navçeya Til Rifetê kir hedef û di encam de 4 sivîl birîndar bûn.

Hevserokê Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo ji ROJAVA TV re Diyar kir ku bi ragihandina dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê re, Tirkiyê êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kir.

Bekir Elo Destnîşan kir ku Erkê Civaka Navdewletî ye ku sînorekî ji êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê re, deyne.

15 ê vê mehê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û bang li Rûsya, Hevpeymaniya Navneteweyî û hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe ya li hember van êrîşan nîşan bidin.

Share This Article