Dagirkeriya Tirk şeva 23ê vê mehê bi awayekî dijwar dest bi êrîşên asîmanî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir; di van êrîşên de navendên xizmetguzerî hatin armancgirtin.
Kamîreya RojavaTV da ku sûcên Tirkiyê belge bike derbasî Navenda Embarên Genim ya Qamişloyê bû ku dewleta Tirk roja şev 24ê heman mehê depoya ard a li wir bombebaran kirbû.
Berpirsê Depoya ard a Qamişlo Mustefa Xelef tekez kir ku, dewleta Tirk bi behanyan êrîşên xwe yên li dijî Rojava ji raya giştî re rewa dike
Her wiha Xelef got: Ji ber êrîşên Tirkiyê re ji 5-7 Hezar dolarê Emrîkî zirar gihayê embarê.
Li gorî bîlançoya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ku 27 vê mehê li ser malpera xwe ya fermî parvekirbû dewleta Tirk 1168 êrîş li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî di encamê de 18 kes şehîd bûn 68 kesên din jî birîndar bûn.
