DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI ŞEHBAYÊ SIVÎLAN HEDEF DIGIRE

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 2 çalakiyên bibandor li dijî baregehên dewleta Tirk û çeteyên wê li dar xistin.

QSD’ê got, sibeha îro hêzên me li dijî baregehên dagirkeriyê yên gundên “عنيق الهوى” و”باب الفرج” yên Zirganê çalakî li dar xistin.

Li gorî QSD’ê di encama çalakiyan de, hejmarek leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndarkirin.

QSD’ê diyar kir ku, ev çalakî di çarçoveya mafê parastina rewa û ji bo tolhildana xwîna sivîlên bêguneh hatiye lidarxistin.

Share This Article