Endamê Desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Selah Îbo dibêje, armanca Tirkiyê ji êrîşa li dijî balafirgeha Silêmaniyê ew e ku di hilbijartinan de kertekê bi dest bixe û têkiliyên di navbera YNK’ê û Rêveberiya Xweser de têk bibe.
Her wiha Selah Îbo helwesta Xelkê Silêmaniyê ya li dijî êrîşan erênî dibîne.
Roja 7’ê nîsanê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo gotûbêjkirina mijara şerê li dijî terorê, li gel hêzên dijeteror ên YNK’ê û Hevpeymaniya Navdewletî li Silêmaniyê civîyabû.
Lê piştî bidawîbûna civînê dema ku Fermandarê QSD’ê dixwest vegere herêmê, karwanê wan rastî êrîşeke bi dronan ya dewleta Tirk hat.
Endamê Desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Selah Îbo ji Rojava TV re behsa armancên wê êrîşê dike.
SELAH ÎBO: TIRKIYÊ DIXWAZE TÊKILIYÊN DI NAVBERA ALIYÊN KURDISTANÎ DE TÊK BIBE
