Ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê, Rêveberiya Tenduristiyê li herêma Cezîrê çend beş li Nexweşxaneya Gel li Hesekê nû vekirin û hemû xizmetan bi buhayên sembolîk ji xelkê re pêşkêş dikin.
Bi armanca başkirina rewşa tenduristiyê li herêmê û bicihanîna daxwazên gel, Rêveberiya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê çend beş li Nexweşxaneya Gel a Hesekê sererast kirin.
Sererastkirina beşên lênerîna giran, cihê têstan, beşê zarokan û dabînkirina hin amûran ji wan re, û avakirina kargeheke avê ji bo nexweşxaneyê Bi merasîmekê hat ragihandin.
Di Merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, hevserokatiya encumena Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah û cîgira wê, nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Hesekê û nûnerên saziyên tenduristiyê yên din amade bûn.
Serokê desteya tenduristiyê ya herêma cizîrê Dr. xalid dawûd ji ROJAVA TV re got tevî rewşa zehmet ya têre drebas dibin lê ew li gorî derfetan karên xwe dewam dikin.
Her wiha yek ji rêvebirên nexweşxaneyê Faris Hilû got Ji bo dabînkirina dermanan pêdiviya me bi alîkariyê heye.
Nexweşxaneya Gel bi bihayên gelekî sembolîk xizmetên pêwîst ji xelkên Hesekê re pêşkêş dike û ji bilî xelkên Hesekê xizmeta hejmarek mezin ji kesên ji bajar û gundên kantona Hesekê tên dike.
