DESTEYA TENDURISTIYÊ YA FIRATÊ NAVENDEKE TENDURISTIYÊ LI QINÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya tenduristiyê ya kantona Firatê bi armanca pêşkêşkirina xizmetên tenduristîyê bo welatiyan, navendeke tenduristiyê li bajarê Qinê vekir.

bi dehan rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û kadroyên tenduristiyê beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de, Hevserokê Desteya tenduristiyê ya kantona Firatê Ehmed Mehmûd û Hevserokê meclisa cîbcîkar Ferhan Hec Îsa axivîn.

Axêveran spasiya kesên ku di vekirina navendê de bûn alîkar, kirin û gotin Rêveberiya xweser ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji gel re di nav xebatan de ye.

Navenda Tenduristiyê ji beşên lezgîn, dermanxane, jin û piştgiriya psîkolojîk pêk tê. Her wiha ji saet 8 heta 4 êvarê bi awayekî bê pere xizmetê pêşkêş dike.

Share This Article