DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA REQAYÊ MAMOSTEYÊN KANTONÊ XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê îro bi şahiyekê mamosteyên dibistan û bexçeyên zarokan xelat kir.

Şahî bi beşdariya Yekîtiya Mamostayan, desteya perwerde û fêrkirinê, desteya jin û hejmarek ji mamosteyan pêk hat.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tekezî li ser rola perwerdeyê di guhertin û hişyarkirina civakê de hat kirin.

Hat gotin ku, civak dikare perwerdeyê mayinde bike û bike wesîleya rizgarî û şopandina rêya şehîdan.

Şahî bi xelatkirina 15 dibistanên li gund û bajarên Reqayê ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi dawî bû.

Share This Article